Manset

Bağlar Belediyesi Web TV Açıldı...
Dengê Zarokan bi keda 200 zarokan 2 salan li dû xwe hişt
Dengê Zarokan bi keda 200 zarokan 2 salan li dû xwe hişt Rojnemeya Dengê Zarokan ku bi duzimanî ango kurdî û tirkî derdikeve û ji aliyê Zarokên Baglara Amedê bi piştgiriya Şaredariya Baglara tê derxistin bi hejmara xwe ya 13’yan du salan li dû xwe hişt. Hejmara 13'emîn Rojnameya Dengê Zarokan a ji aliyê Zarokên Navenda Perwerdehiyê ya Zarokan a Şaredariya Baglar ve tê derxistin a nû derket. Di rojnameyê de zêdetir li ser pêşketinên teknolojîk û wekî îroniyekê jî xebitandina zarokan hatiye sekinandin. Rojnameya bi naverokeke dewlemend gelek mijar bi çavê zarokan tên nirxandin. Di rojnameyê de zarok rûpelekê jî ji bo spasiya zarokên ku ji wan re nivîs û wêneyên xwe rêkirine û rûpelên Dengê Zarokan bi kurdî û tirkî xemilandine, veqetandine û bi vê yekê spasiya xwe pêşkêşî 200 nivîskarê zarok ên ku di du salan de ked dane rojnameyê bî bîr anîne. Ev yek di rûpela yekemîn de wekî manşet hatiye bikaranîn. Di manşetê de bi duzimanan tê gotin ku ‘Yekemîn rojnameya zarokan a bi kurdî û tirkî bi keda ji 200’î zêdetir zarokan bû du salî” Di rojnameyê de ligel gelek nûçe, roportaj û wêneyan çîroka Şengê û Pengê jî heye.

Tarih : 18/10/11 Okunma :
Bu haber toplam 191 defa okunmuştur.
Paylaş
Site içeriklerini arkadaşlarınız ile paylaşabilirsiniz.