Manset

Bağlar Belediyesi Web TV Açıldı...
Bi çavên zarokan pêşengeha zarokan
Bi çavên zarokan pêşengeha zarokan

Xwendekarên Navenda Perwerdehiya Zarokan a Şaredariya Baglerê, pêşengeha wêneyan a "Bi çavên zarokan, zarokên dixebitin" vekir.

Xwendekarên Navenda Perwerdehiya Zarokan a Şaredariya Baglerê, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê, pêşengeha wêneyan a "Bi çavên zarokan, zarokên dixebitin" vekir. Di merasima vekirina pêşengehê de Şaredara Baglerê Yuksel Baran, mamosteyên Navenda Perwerdehiyê ya Zarokan û malbatên xwendekaran amade bûn. Di vekirina pêşengehê de Koordînatorê Navenda Perwerdehiyê ya Zarokan a Baglerê Senar Ataman, diyar kir ku ew bi çavên zarokan li zarokan dinerin û wiha axivî: "Divê her kes vê pêşengê bibîne û temaşe bike. Ev pêşengeha xebata 12 zarokan a 2 mehan e. Me xwest bi vê pêşengehê hinekî bi çavên zarokan zarokan bidin naskirin." Pişt re Şaredara Baglerê Yuksel Baran, xelat da zarokên serkeftî. Zarokê tev li xebatê atolyeya wêneyan bûbû Diyar Orak, anî ziman ku dema ew çopê kom dikin û hin kes li wan temaşe dike derûniya wan xera dike û wiha got: "Divê her kes vê derûniya zarokan li be çavan bigire. Zaroka bi navê Merve Kizoglu jî anî ziman ku ji ber şaredariyê derfetek wisa ji wan re ava kiriye kêfxweş in. Pişt re kesên beşdarî merasima vekirina pêşengehê bûn, hest û ramazên xwe yên der barê pêşengehê de li deftera hatibû amakedikirin hate nivîsandin.


Tarih : 09/02/11 Okunma :
Bu haber toplam 295 defa okunmuştur.
Paylaş
Site içeriklerini arkadaşlarınız ile paylaşabilirsiniz.