Manset

Bağlar Belediyesi Web TV Açıldı...
Ji çavên zarokan, zarokên xebatkar
Ji çavên zarokan, zarokên xebatkar

Pêşangeha xwendekarên ku di Atolyeya Wêneyan a Navenda Perwerdehiya Zarokan de perwerdehiya wêneyan dibînin dê bi mijara ‘Ji Çavên Zarokan Zarokên Xebatkar’ li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn pêşangehê vekin.

 

Zarokên li Navenda Perwerdehiya Zarokan a Şaredariya Baglerê a Amedê perwerdehiya wêneyan dibînin xwe amade dikin ku bi pêşangehekî ve wêneyên ku kişandine pêşkeşî amediyan bikin. Pêşangeh dê 2’ê sibatê de bê vekirin û heta 6’ê sibatê ji bo hunerhezan vekirî bimîne. Zarok dê bi objektîfên xwe ve balê bikişînin ser rewşa zarokên xebatkar. Wêneyên ku di pêşangehê de cih bigrini ji aliyê zarokan hatine kişandin. Zarokên ku di atolyeyê de perwerdehiya wêneyan dibînin dê bi objektîfên xwe ve zarokên malbatên xîzan ku ji bo piştgiriyê bidin malbatên xwe dixebitin û jiyana wan ya bi êş û elem vebêjin. Pêşangeha zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn li benda hunerhezan e.


Tarih : 09/02/11 Okunma :
Bu haber toplam 280 defa okunmuştur.
Paylaş
Site içeriklerini arkadaşlarınız ile paylaşabilirsiniz.