Wekî tê zanîn rêvebiriyên herêmî, bi armanca ku gel xwe birêve bibe mercan ava dike, rêvebiriyên ku ji bo beşdariya demokratîk herî bikêrhatîne tên dîtin. Şaredariya me ku dixwaze domdariya beşdariya gel pêk bîne, li ser daxwazên we riya xebatên xwe diyar dike.
Em ji nêzîketiya şaredartiya hemdem, demokratîk û şefaf tev digerin û ligel pêkanîna derfeta beşdariya astên biryar û meşandina biryaran, em we teşwîqê venêrîna çareseriyên ku hatine afirandin jî dikin.
Piştî hilbijartina herêmî ya 28’ê Adara 2009’an, em hewl didin ku bi xebat û projeyên ku me bi lez da destpêkirin, bi armanca ku Baxlera bibe navçeyeke mînak a Diyarbekirê em xebatên xwe gur dikin. Çawa ku heta îro em xebatên xwe dimeşînin, projeyên ku em ê ji îro û pê ve derbasî jîyanê bikin, wê ji bo dilşadiya we û pêkanîna nasnameyek ji bo Baxlera be.
Ji ber ku em di jiyana rojane de rastî encamên erênî yên xizmetên xwe dibin, biryardariya me ya xebatê xurtir dike û zextê dide me ku em projeyên nû pêş bixin. Xebatên me, bi armanca qelîteya jiyana bajaran derkeve asteke herî bilind, di çarçoveyeke berfireh de didome.
Wekî şarededariya Baxlera, em ji aliyekî ve bi xebatên xwe yên di warê bajarvanî û binesaziyê de dimeşînin, em hewl didin ku Baxlereke baştir, estetîk biafirînin û li aliyekî din jî bi saziyên me yên sosyal xizmetên ku di warê çandî û sosyal de xurt dike pêşkêşî zarok û jinan dikin.
Wekî hûn jî dizanin, şaredariya me pir girîngiyê dide xebatên jinê. Bi feraseta wekheviya zayenda civakî, em xebatên rêxistinbûn û xizmeta ji jinê re û xebatên xurtkirina jinê û di guherîna civakê de pêşengiya jinê de xebatan dimeşînin.
Bi van xebatan daxwaz û armanc ev e ku veguhêrînek civakî li Baxlera bidin rûniştandin.
Em bi van hemû xebatên xwe hewl didin ku li Baxlera veguherînek berfireh pêk bînin.
Slav û rêz